Here naverokê

Wîkîpediya:Dîwan (tevlîhev)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
    Dîwan (tevlîhev)

    Tu bi xêr hatî Dîwanê! Ji kerema xwe re ji bo parvekirinên xwe beşên têkilîdar bikarbîne!

    Nûçeyên Wîkîpediyayê biguhêre
    Daxwaz
    Daxwazên jêbirinê
    Kurtenav:
    WP:DTH
    Mijarekê lê zêde bike

    Arşîv
    Arşîv 1 Arşîv 2 Arşîv 3
    Arşîv 4 Arşîv 5

    Vandalîzm

    Silav hevalno @Ghybu , @Gomada ,@MikaelF, @Penaber49 , @Bikarhêner û @Balyozxane . Neteweperesteke tirk yê bê nav li ser Wîkîpediyaya kurdî vandalîzm dike . Ji kerema xwe têketin û çêkirina hesaban ji bo vî kesê qedexe bikin .

    Taybet:Beşdarî/197.121.206.188 Avestaboy (gotûbêj) 00:14, 23 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

    Silav Avestaboy. Di meha tîrmehê de bû!--Ghybu (gotûbêj) 01:00, 23 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

    Dengdana nû

    Êvar baş @MikaelF , @Penaber49, @Balyozxane , @Ghybu û @Gomada wekî hemû bikarhêneran ez jî dixwazim mafê xwe yê demokratîk bi kar bînîm û dixwazim barkirna sernavê Mekteba şevînî wek Dibistana şevînî pêşkêş bikim . Gelo hûn dikarin şablona dengdanê çê bikin?

    Sedem : Standartkirin sernavên gotara sereke û kategorî Dibistan e . Gotarên din jî Dibistana bi şevborîn, Dibistana amadeyî , Dibistana malê, Dibistana Gûranî, Dibistanên Eşîran ,Dibistana Kurdî , Dibistana Danrin . Tenê gotara Mekteba şevînî bi peyva mekteb e . Her wiha pirtûk û medyayên kurdî peyva dibistan tercîh dikin. Avestaboy (gotûbêj) 23:21, 11 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

    Silav Avestaboy. Şûnda gotûbejê li vira ye: Wîkîpediya:Dîwan (tevlîhev) Ghybu (gotûbêj) 05:00, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Ghybu , @Penaber49 û @MikaelF , @Balyozxane dema ku bikarhênerên din dengdan kirin ti cara min ne go çima . Îcar çima aniha daxwaza min tê paşguh kirin ? Mesela min di gotara Vîrusa Koronayê jî wek Vîrûsa Koronayê ( binêrê gotûbêjê li ser rastnivîsê ) guherand .Paşê hat gotin ku guhertina min çewt e. Aniha jî gotina çend gotinên wek vîrûs û çend jî wek vîrus
    têne nivîsandin. Gotara okyanûs jî bi peyva okyanus bi paşgira ûs tê nivîsandin. Birêz Husein Muhammed di gotarek xwe de okyanûs
    bi paşgira ûs dinivîse.Ez çima behsa wê dikim ? Carinan tê wisa tê nîşandan ku Avestaboy qet tişt kontrol nake . Mesela @Balyozxane ji barkirina gotarê dadmendî wek edalet û dad wek hiqûq xwest . Min paşê jê re got ku ew dikare dengdan bike . Aniha ez jî dixwazim dengdan bikim . Îcar jî hevalê @Ghybu li vir behsa gotûbêjê dike . Dengdan dest pê bikin paşê hûn dikarin gotûbêj bikin. Ez ne egoîst im. Lê ger antîpatiya li hember min nesekine, ez ê dev ji nivîsandina Wîkîpediyaya kurdî berdim. Li vir bêalîbûn li ku maye? Min nêzîkî 800 gotar nivîsand, kategorî hwd. çêkir û min di festîvaleke Parîsê de wêneyên wek yên Servet Kocakaya kişand û li ser Wikimedia Commonsê bar kirine. Min qet spasî nexwest. Ez hinek ji dema xwe ya serbest feda dikim û pere qezenc nakim. Lê ez êdî nikarim. Rûmeta min jî heye. Avestaboy (gotûbêj) 09:33, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

    (New) Feature on Kartographer: Adding geopoints via QID

    Since September 2022, it is possible to create geopoints using a QID. Many wiki contributors have asked for this feature, but it is not being used much. Therefore, we would like to remind you about it. More information can be found on the project page. If you have any comments, please let us know on the talk page. – Best regards, the team of Technical Wishes at Wikimedia Deutschland

    Thereza Mengs (WMDE) 12:31, 13 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

    Kanala YouTubeê

    Êvar baş @MikaelF , @Penaber49 , @Balyozxane , @Xaneqînî , @Ghybu , @Biyolojiyabikurdi û @Gomada. Fikira min heye belkî em çawa dikarin nivîskarên nû bibînin. Ma em nikarin kanalekê ji bo Wîkîpediyaya kurdî li ser YouTubeê çêkin? Dibe ku kesên dixwazin gotaran binivîsin hene lê nizanin Wîkîpediya çawa dixebite. Ji bo Wîkîpediya kurdî jî dê reklameke baş be. Hûn li ser vê pêşniyarê çawa difikirin ? Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 20:17, 18 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

    Niha malperên medyaya civakî li twîtterê heye malpera înstagramê bi vê mebestê min vekir lê zêde faydeyê min nedît. Qenala youtubê tu naverokên profesyonel amade bikî ji bo qenalê. Hinek wîkîpediyayên din qenala wanên youtube heye ev bi di qenalê de vîdeoyên hinkarên ji bo xebatên wîkîpediyayê heye ku şaş nebim qenala wîkîpediya soranî di warê de heye. Penaber49 (gotûbêj) 03:33, 19 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

    Heke di warê amadekirina vîdyoyan de derfeta te heye, karekî wisa gelek baş dibe. Lê divê di vîdyoyê de hem ji bo telefonan hem jî ji bo kompûteran, bikaranîna wîkîpediya gav bi gav were nîşankirin. Qonaxên vekirina hesabek, lêzêdekirina gotarek, lêzêdekirina wêne û çavkanî divê bi gotarek mînak were nîşankirin. Ez nizanim vîdyoyên bi vê rengê amade bikim, lê ez amade mê alîkariyê bikimBiyolojiyabikurdi (gotûbêj) 17:13, 19 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

    Êvar baş @Ghybu, @Gomada , @Balyozxane û @MikaelF Hûn çawa li ser wê difikirin  ? Silav ú rêz Avestaboy (gotûbêj) 00:19, 22 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    ? Avestaboy (gotûbêj) 13:31, 22 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Avestaboy Fikrekî baş e lê kesek di nav me de nîne ku hem karibe vîdeo amade bike hem jî kurdiya wî baş be. Loma ti kes çênake. Wextekî hevalê Bikarhêner (g · b · a) jî dixwest tiştek wisa em bikin lê me nikaribû. Belkî ger em wext bibînin, kesek dikare vîdeo û nivîsê amade bike, kesekî din jî dengê xwe lê zêde bike. --Balyozxane (gotûbêj). 14:29, 22 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    Silav hevalê @Penaber49 . Tu çawanî ? başî ? Ez li ser Twitterê nizanim . Ji ber ku Twitter a min tune . Erê ji bo Wîkîpediyaya soranî kanala YouTubeê heye . Ema ji bîr neke ku zaravayê kurmancî zaravayê herî mezin e . Her wiha Wîkîpediyaya soranî bi tenê ji bo soranî û Wîkîpediyaya zazakî tenê ji bo Zazakî ye . Wîkîpediyaya kurdî pirranî bi kurmancî ye, lê gotarên bi zaravayên din jî hene (Soranî , Zazakî û Goranî ) hene. Xebat xweş Avestaboy (gotûbêj) 12:18, 24 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

    Reusing references: Can we look over your shoulder?

    Apologies for writing in English.

    The Technical Wishes team at Wikimedia Deutschland is planning to make reusing references easier. For our research, we are looking for wiki contributors willing to show us how they are interacting with references.

    • The format will be a 1-hour video call, where you would share your screen. More information here.
    • Interviews can be conducted in English, German or Dutch.
    • Compensation is available.
    • Sessions will be held in January and February.
    • Sign up here if you are interested.
    • Please note that we probably won’t be able to have sessions with everyone who is interested. Our UX researcher will try to create a good balance of wiki contributors, e.g. in terms of wiki experience, tech experience, editing preferences, gender, disability and more. If you’re a fit, she will reach out to you to schedule an appointment.

    We’re looking forward to seeing you, Thereza Mengs (WMDE)

    Looking for your Input: Invitation to interview on using Wikidata in other projects

    Note: Apologies for cross-posting and sending in English.

    Hello, the Wikidata for Wikimedia Projects team at Wikimedia Deutschland would like to hear about your experiences using Wikidata in the sibling projects. If you are interested in sharing your opinion and insights, please consider signing up for an interview with us in this Registration form.
    Currently, we are only able to conduct interviews in English.

    The front page of the form has more details about what the conversation will be like, including how we would compensate you for your time.

    For more information, visit our project issue page where you can also share your experiences in written form, without an interview.
    We look forward to speaking with you, Danny Benjafield (WMDE) (talk) 08:53, 5 January 2024 (UTC)

    Nirxandina gotaran

    Silav hevalno, min rûpela WP:Nirxandina naverokê amade kir. Lê Hîn gelek tişt hene divê werin çêkirin. Eger pirsgirêk bibînin ji min re bibêjin. Şablona {{Statîstîkên Wîkîprojeyê}} jî amade ye. Ji bo çêkirina Wîkîprojeyên nû, hûn dikarin Şablon:Wîkîproje Fransa û WP:Wîkîproje Fransa wekî nimûne bi kar bînin. Wextê ku rûpelên Wîkîpediya:Krîterên gotara bijartî, Wîkîpediya:Krîterên lîsteya bijartî, Wîkîpediya:Krîterên wêneyê bijartî, Wîkîpediya:Krîterên gotara baş, Wîkîpediya:Nirxandina naverokê/Krîterên sinifa B amade bûn, em ê karibin nirxên Gotara baş, Gotara bijartî jî bi kar bînin. --Balyozxane (gotûbêj). 15:14, 14 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]

    Feminism and Folklore 2024

    Please help translate to your language

    Dear Wiki Community,

    You are humbly invited to organize the Feminism and Folklore 2024 writing competition from February 1, 2023, to March 31, 2023 on your local Wikipedia. This year, Feminism and Folklore will focus on feminism, women's issues, and gender-focused topics for the project, with a Wiki Loves Folklore gender gap focus and a folk culture theme on Wikipedia.

    You can help Wikipedia's coverage of folklore from your area by writing or improving articles about things like folk festivals, folk dances, folk music, women and queer folklore figures, folk game athletes, women in mythology, women warriors in folklore, witches and witch hunting, fairy tales, and more. Users can help create new articles, expand or translate from a generated list of suggested articles.

    Organisers are requested to work on the following action items to sign up their communities for the project:

    1. Create a page for the contest on the local wiki.
    2. Set up a campaign on CampWiz tool.
    3. Create the local list and mention the timeline and local and international prizes.
    4. Request local admins for site notice.
    5. Link the local page and the CampWiz link on the meta project page.

    This year, the Wiki Loves Folklore Tech Team has introduced two new tools to enhance support for the campaign. These tools include the Article List Generator by Topic and CampWiz. The Article List Generator by Topic enables users to identify articles on the English Wikipedia that are not present in their native language Wikipedia. Users can customize their selection criteria, and the tool will present a table showcasing the missing articles along with suggested titles. Additionally, users have the option to download the list in both CSV and wikitable formats. Notably, the CampWiz tool will be employed for the project for the first time, empowering users to effectively host the project with a jury. Both tools are now available for use in the campaign. Click here to access these tools

    Learn more about the contest and prizes on our project page. Feel free to contact us on our meta talk page or by email us if you need any assistance.

    We look forward to your immense coordination.

    Thank you and Best wishes,

    Feminism and Folklore 2024 International Team

    Stay connected  

    --MediaWiki message delivery (gotûbêj) 07:26, 18 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]

    Wiki Loves Folklore is back!

    Please help translate to your language

    Dear Wiki Community, You are humbly invited to participate in the Wiki Loves Folklore 2024 an international photography contest organized on Wikimedia Commons to document folklore and intangible cultural heritage from different regions, including, folk creative activities and many more. It is held every year from the 1st till the 31st of March.

    You can help in enriching the folklore documentation on Commons from your region by taking photos, audios, videos, and submitting them in this commons contest.

    You can also organize a local contest in your country and support us in translating the project pages to help us spread the word in your native language.

    Feel free to contact us on our project Talk page if you need any assistance.

    Kind regards,

    Wiki loves Folklore International Team

    -- MediaWiki message delivery (gotûbêj) 07:26, 18 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]

    Ateşoğlu01

    Silav @Ghybu. Bi awayekî eşkere Ateşoğlu01 (g · b · a) û @Baran Agir (bi navê kevn KeleÛxelfetî) eynî kes in. Ev çend roj in xebatên xwe didomîne lê belê ji ber ku min nexwest bikarhênerekî wisa zîrek û çalak DÎSA were astengkirin, min tiştek negot. Lê belê xebatên wî ji çêyî zêdetir zirarê didin Wîkîpediyayê loma divê Ateşoğlu01 jî were astengkirin. Jixwe Baran Agir û hesabên wî yên din en:Wikipedia:Sockpuppet investigations/KurdîmHeval/Archive ji ber sockpuppetry hatine global astengkirin. --Balyozxane (gotûbêj). 16:59, 27 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]

    Nimûneya xebata Ateşoglu ku bêyî ti sererastkirina Google Tercime [1]. Bala xwe bidin ji ber ku Google cimleya yekem xelet tercime dike, "42 komûnên bi nifûsa li ser 1000" nivîsandiye lê belê rastiyê de 100.000 e. Dema min google tercime bi kar anî, google îcar ji min re got "42 komûnên bi nifûsa li ser 10000" ku ew jî xelet bû. Te bixwe em hişyar kiribûn li ser problemên Scots wikiyê. Kesên wisa eynî rewşê dê bînin serê me jî. --Balyozxane (gotûbêj). 17:26, 27 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
    Silav bira mixabin ji ber karên wî yên xirab min gelek kişand. Ev demekî dirêje ku ev kes tunebû. Lê diyar e ku dîsa hatiye. Divê bê astengkirin. Penaber49 (gotûbêj) 18:08, 27 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
    @Penaber49 Bi rastî, ez fêm nakim dawiya me dê çi be. Kesên ku Google Tercimeyê sererast nakin gelek in. Xwedê xêr bike. --Balyozxane (gotûbêj). 19:03, 27 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]
    Min ji her demê re asteng kir. Ez difikirim ku armanca wan kalîte nîne hejmara gotaran ne... Ghybu (gotûbêj) 04:51, 28 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]

    Peyama ji komeleya Mala Kurdan

    Merheba hevalino. Komeleya Mala Kurdan projeyeke bi navê 100 berhemên hêja yên sedsala dawîn hazir kirîye. Di wê lîsteyê de di rêza 40em de cih dane Wîkîpediyaya Kurdî jî. Ji ber vê yekê peyamake pîrozbahîyê şandin me jî.

    Peyama wan:

    "Dear wikipediyakurdi, On the centenary of the Treaty of Lausanne, a project entitled "100 distinguished Kurdish works in 100 years" was carried out by the Lausanne-based MALA KURDAN Culture-Education Association with the financial support of the Lausanne Municipality. In this regard, we are honored to send you the enclosed letter of congratulations, as your work/achievement has been included in this distinguished list. You can also see the list and promotional videos of 100 works/achievements and project details on the website https://100berhemenkurdi.com/. We congratulate you on your outstanding achievements and extend our sincere greetings and best regards. MALA KURDAN Culture and Education Association https://malakurdan.org/"

    Destxweş. -- Bikarhêner (gotûbêj) 11:54, 31 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]

    Li wîkîpediya kurdî li xebatkarên wîkîpedîya kurdî pîroz be. Bi navê xebatkarên wîkîpedîya kurdî ez jî ji bo xebatên wan ên hêja spasiya xwe ji Komaleya Mala Kurdan re dişînim.Penaber49 (gotûbêj) 15:12, 31 kanûna paşîn 2024 (UTC)[bersiv bide]

    Gotûbêjkirin û lihevkirin

    Silav birêz @Gomada. Mala te ava hişyariya te ya "enerjiya xwe bo karên pêşxisitinê bi kar bînin". Em têra xwe li ser Wîkîpediyayê dixebitin û her tiştê ku hewce ye pêk tînin.

    Li vir eyb e ku meriv bêyî gotûbêjkirinê sernavê gotarê biguherîne. Ti xeletiya sernavên "Telebe" û "Roja telebeyan a navmiletî" tine ye. Em ti carî bêyî gotûbêjkirinê sernav naguherînin. Divê tu jî vê qaydeyê bisepînî.

    Di meseleya Telebe û xwendekar de êdî ji me re polîtîkayekê hewce ye. Bêyî polîtîkayeke giştî em ê her tim şer bikin ka sernav çi be. Eger tu dibêjî em li gorî hejmara bikaranînê herin vê demê gelek gotar hene ku ez ê navê wan bikim sernavên ku zêdetir tên bikaranîn. Loma min gotûbêjê li vir nivîsand. Ka fikrê te yê li ser vê meseleyê çi ye? Em çawa bikin? --Balyozxane (gotûbêj). 07:40, 18 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]

    Silav ji te re jî! Bi ya min gotûbêjeke dûvdirêj navê, jixwe yên wan peyvan bi kar tînin li ser Googleê xuya dikin. Zimanên nivîskî û devkî ne mecbûr in bibin yek. Peyvên hevwate dê hertim hebin û bila bên bikaranîn di nivîsaran de, lê heta niha di Wîkîya kurdî de ji bo sernavan her tim peyvên xwendekar û navneteweyî dihatin bikaranîn. Lewma em dişên dengdanê pêk bînin û anegorî wê sernavan biguherin.
    Hûn dixwazin kîjan peyv di sernavan de bên bikaranîn yan jî bibin peyvên sereke? Kerem bikin dengê xwe bidin: @MikaelF, Penaber49, Avestaboy, Ghybu, û Bikarhêner:@Biyolojiyabikurdi û Ferrus:@Bibliophile, Rewiye tine, Guherto, û Ahmetbeg: Eger min kesek ji bîr kiribe, bi xêra xwe n"ışan bikin. Qewet be ji we re!
    Dengdanê 18ê sibatê dest pê kir û dê 25ê sibatê saet li 15:00 bi dawî bibe.

    1a. navmiletî

    (490 bikaranîn li ser Googleê)

    1b. navneteweyî

    (30900 bikaranîn li ser Googleê)

    •  Erê

    2a. telebe

    (36.200 bikaranîn li ser Googleê, lê piranî/tev bi zimanên biyanî ne, ji bilî bikaranîna Balyozxane)

    2b. xwendekar

    (61600 bikaranîn li ser Googleê)

    •  Erê